Îsraîl û Libnanê li ser agirbesteke 10 rojî li hev kirin
Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku di navbera Îsraîl û Libnanê de li ser agirbesteke 10 rojî ya ku wê bi dema herêmî demjimêr 17.00’an de dest pê bike li hev hatine.
Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku di navbera Îsraîl û Libnanê de li ser agirbesteke 10 rojî ya ku wê bi dema herêmî demjimêr 17.00’an de dest pê bike li hev hatine.
Serokê DYA'yê Donald Trump ragihand ku di navbera Îsraîl û Libnanê de li ser agirbesteke 10 rojî ya ku dê ji êvara îro pê ve dest pê bike, li hev hatine. Trump di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wî bi serokên her du welatan re hevdîtin pêk aniye û da zanîn ku agirbest dê li gorî Herêma Dema Rojhilat (EST) demjimêr17.00’an de bikeve meriyetê.
Trump got, "Van her du lîderan ji bo pêkanîna aştiyê di navbera welatên xwe de, li ser destpêkirina agirbesteke 10 rojî li hev kirin." Trump bi bîr xist ku her du welat piştî 34 salan cara yekem e li Washingtonê hatine cem hev û diyar kir ku ji bo pêvajo veguhere aştiyeke mayînde, rêveberiya DYA’yê dê têkiliyên xwe bidomîne. Trump beriya niha angaşt kiribû ku wî "9 şer çareser kirine" û got, "Ev ê bibe yê 10’an."
Hate ragihandin ku Trump di parvekirina xwe ya ser medyaya civakî de diyar kiriye ku wî bi Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re hevdîtin pêk anîne û alî li ser destpêkirina fermî ya agirbestê li hev kirine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ferman hatiye dayîn ji Cîgirê Serokê DYA’yê JD Vance û Wezîrê Karên Derve Marco Rubio re da ku ji bo veguhertina pêvajoyê ber bi aştiyeke mayînde ve bixebitin.
Li aliyê din, hate diyarkirin ku di plana Îsraîlê de tune ye ku di maweyê agirbesta 10 rojî de hêzên xwe yên leşkerî ji başûrê Libnanê vekişîne.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen jî agirbest bi kêfxweşî pêşwazî kir û banga Ewropayê ya ji bo rêzgirtina li serwerî û yekparçeyiya axa Libnanê dubare kir. Von der Leyen bal kişand ser wê yekê ku pevçûn bûne sedema windahiyên mezin ên canî û da zanîn ku piştgiriya mirovî ya ji bo gelê Libnanê dê bidome.
Trump her wisa ragihand ku wî Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu û Serokkomarê Libnanê Aoun ji bo hevdîtinên asta bilind, ku ji sala 1983'an û vir ve cara yekem e, vexwendine Qesra Spî. Serokê DYA'yê destnîşan kir ku her du alî jî aştiyê dixwazin û bawer dike ku pêvajo dikare di demeke kurt de bi encam bibe.